موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

Eniya şoreşê ya yekbûyî ya hêzên dij-emperyalîst û dij-mêtînger

259
image_pdf

Di heyama nû ya dîrokî de şoreş û dij-şoreş, li ser bingeha tundî û tundiya dijber, ji nû ve ji hev cuda dibin û cihên xwe diyar dikin. Em di kêliyeke dîrokî ya çalak de ne. Di qada navneteweyî de têkiliyên hevbendiyê yên polîtîk û leşkerî kêm zêde diyar dibin, lê ev yek li ser bingeheke gelekî lerzok û lawaz pêş dikeve.

Piştî hilweşandina pergala sosyalîst, DYA û ramangerên post-modern gotin ku “serdema şoreşan” hatiye girtin, “proleterya, xwe ji dika dîrokê daye alî”. Her wiha DYA’yê li ser asta herêmî, ji dijberên xwe yên din ên emperyalîst, bi dagirkirina 1’emîn a Kendavê re bi weşana zindî ya CNN’ê ragihand ku ew împaratorê pergala nû ya cîhanê ye. Lê komên din ên emperyalîst û sermayedar him statukoya ku beriya sala 1990’î hatibû avakirin him jî hegemonyaya ku DYA’yê li ser asta navneteweyî û herêmî ragihandibû nepejirandin. Lê piştî êrîşa 11’ê Îlonê, DYA’yê li gorî konsepta yekalîbûn û hêzdariyê, plansaziya xwe ya Rojhilata Navîn a Berfirehbûyî û Mezin xist meriyetê.

Bi dagirkirina Iraqê re, hêzên din ên hegemonîk, bi riya pêlîstokên xwe yên herêmî, xwe dîsa çalak kirin û li hemberî hêza hegemon a cîhanî û konsepta wê ya yekalîbûn û hêzdariyê dest bi pêngavan kirin. Heta hin caran pêlîstokên xwe yên tetîk-kêş dan aliyekî, ew bi xwe daketin qadê û ji bo erdnîgariyên ku hatine parvekirin ji nû ve werin parvekirin, dest bi şerên hegemonîk kirin. Bi kurtasî avakarên leyîstokên emperyalîst û pêlîstokên wan ên hevkar û faşîst, di destpêka sedsala 20’emîn de li ser asta navneteweyî dixwazin statukoya ku wan bi xwe ava kiriye ji nû ve biguherînin û sînorên ku wan bi xwe xêz kirine ji nû ve xêz bikin û herêma me dîsa parve bikin. Tevahiya van geşedanan û nakokî û şerên di navbera hêzên emperyalîst de, di 20-25 salên dawî de derketine holê. Di vê çarçoveyê de em di nava pêvajoyeke bi qeyran û çalak de ne ku tê de nakokî û şerên di navbera hêzên emperyalîst de her ku diçe xurt dibin û parvekirineke nû ya emperyalîst pêk tê.

Dixwazin gelên me jî bêjin qey ji derveyî pergala emperyalîst û sermayedar şoreşek nikare were lidarxistin û heke li dar bikevejî wê nikaribe li ser piyan bimîne. Van hêzan, serhildanên gel ên ku li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Ereban de derketin holê û pergalên hevkar û faşîst ên Ereb hilweşandin, weke “buhara Ereban” berovajî kirin û ji bo berjewendiyên xwe veguherandin. Û gavaev şoreş nebûn aligirên hêzeke emperyalîst jî li hemberî wan, çeteyên DAIŞ’ê yên olperest û nijadperestên Ereb ên ku piştî 1945’an di kemera kesk de hatibûn avakirin û li Efxanistan û Çenenistanê li dijî pergala sosyalîst dihatin bikaranîn, dixistin meriyetê. Îro jî li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn, dinavbera hêzên emperyalîst de şerê ji nûve parvekirin û hegemonyayê, li ber çavê me rû dide.

Îro jî nakokiyên di navbera hêzên emperyalîst de ji hêla tevgera azadiyê ve hatin nirxandin, vîna şoreşger a gelê Kurd derket holê û li Rojava şoreşek pêk hat. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku pergalên hevkar û faşîst ên Tirk û Ereb piştgiriya wan dikirin ji Rojava hatin avêtin û şoreş pêk hat. Bi vî awayî serdema şoreşan, di destpêka sedsala 21’emîn de di kesayeta gelê Kurd de derket holê.

Bingeha polîtîk-pratîk a têkoşîna enternasyonalîst a ku bi şoreşa Rojava re pêk hat û bi berxwedana Kobanê re taybetmendiyeke herêmî û navneteweyî li xwe bar kir, li ser asta herêmî û cîhanî bi awayekî şênber pêk hat. Jixwe şoreşgerên herdu welatan, li qada pratîkê hevbendî û yekitiya enternasyonalîst pêk anîbû. Ji ber vê jî divê em weke şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê û Rojhilata Navîn, van hewldanên yekitî û hevalbendiyê, li ser asta herêmî û li gorî tevlêkirina şoreşgerên welatên din jî binirxînin. Li Rojava ne tenê vîna gelê Kurd a şoreşger derketiye holê, her wiha vîna hemû gelên Rojhilata Navîn a şoreşger derketiye holê.

Hêzên emperyalîst û mêtîngerên faşîst ne tenê şoreşa herdu welatan û gelên herdu welatan dikin armanc, her wiha hemû gelên Rojhilata Navîn dikin armanc. Tevahiyan van geşedanên dîrokî û şert û mercên heyî, ji hemû serdemên dîrokî zêdetir, di vê demê de bingeha şoreşeke herêmî ava dikin. Peywira me ew e ku em xelekeke yekitiyê ava bikin ku van derfetên dîrokî di herdu eniyan de û li seranserî Rojhilata Navîn bikin yek.

Li aliyê din armancên stratejîk û rêbazên taktîkê yên şoreşên Tirkiye û Kurdistanê ji hev cuda ne. Bêyî ku em nêzîkahiya “du welat-du şoreş” paşguh bikin, pêwîst e ku em di çarçoveya pirsgirêkên şênber û rojane yên welat û gelê xwe de li gorî rojeva şoreşê, hevbendiyên polîtîk û pratîk ava bikin.

Welatê me di binê dagirkerî û “mêtîngeriya veşartî” ya emperyalîzma Amerîkan de ye. Kurdistana Bakur jî di binê dagirkerî û “mêtîngeriya aşkere” ya dewleta Tirk a faşîst de ye. Ev rastî, dikin ku peywir û berpirsyariyên şoreşgerên herdu welatan ji hev cuda bin. Berpirsyariya me ew e ku em emperyalîzmê ji welatê xwe biqewitînin û çerxên zordariyê yên ku xayînên hevkar ew ava kirine, bişkînin. Her wiha em tevgereke enternasyonalîst in û li ser asta herêmê, em parçeyeke ji eniya şoreşê ya Rojhita Navîn in.

Yekitî û hevbendiyên ku şoreşa Tirkiyeyê, weke peywireke sereke û rojane nanirxînin; xwe weke hêza sereke ya şoreşa Tirkiyeyê birêxistin nakin; nakokiyên gelên Tirkiyeyê yên bi pergala heyî re, li ser bingeha tundîûzora şoreşger venaguherînin pevçûnê; bi peywir û berpirsyariyên şoreşger ên vê kêliya dîrokî nahisin û li gorî vê pratîka polîtîk û leşkerî pêş naxînin, nikarin têkoşîna hevpar a gelên me pêş bixînin.

AKP’ya ku pêlîstoka siyasî ya olîgarşiya dewleta Tirkiyeyê ye, ji 24’ê tîrmehê û şûn ve pêvajoya ku navê “çareseriyê” lê dikir, danî aliyekî û li Bakurê Kurdistanê hêzên xwe yên leşkerî yên dagirker, bi temamî xist meriyetê. Li aliyê din jî bi alîgirên xwe yên faşîst ên Ereb ên hevkar re jî, li hemberî gelên Rojhilata Navîn, polîtîkayên xwe yên berfirehbûnê, weke vebijêrkeke polîtîk û leşkerî nû kirin. Ji ber van sedeman, ji eniya Tirkiyeyê bi qasî ku em li hemberî yekdestên hevkar û fînansker, têkoşîna gelê xwe yê kedkar mezin bikin, em ê karibin berpirsyariya xwe ya li hemebrî şoreşa Kurdistanê û gelên wê yên kedkar bi cih bînin.

Di çarçoveya van şert û mercên dîrokîû geşedanên polîtîk û leşkerî de divê ji yekitî û têkiliyên berê zêdetir, li gorî amûrên zor û tundiya şoreşger, li dijî emperyalîzmê û dijminê hevpar ê mêtînger û faşîst, bergeheke nû ya têkiliyên yekitî û hevbendiyê yên ku rojeva wan şoreş e bikevin meriyetê. Li ser bingeha nîşandana vîna gelên me, divê li dijî faşîzmê hemû hêzên şoreşger, sosyalîst û demokratîk bikevin nava seferberiyê û bi vî awayî bikevin rojeva gelên me.

Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ketine nava pêvajoya şoreş û dij-şoreşê. Pêwîst e ku mewziyên ku li van qadan hatine bidestxistin, hemû tecrubeyên xwe li ser bingeha zor û tundiya şoreşger birêxistin bikin. Pêwîstiyeke şênber e ku rastiyên siyasî werin vegotin; cudahiya di navbera “çepgiriya” nava pergalê û eniya şoreşger de, di her gavê de were zelalkirin û hevbendiyeke ku serkeftinê pêk bîne were avakirin. Peywira me ya dîrokî ew e ku divê em li hemberî dijminê hevpar, herdu gelan bînin cem hev û li ser bingeha yekitiyê, eniyeke gelan a rewa, milîtan û radîkal ava bikin û vê yekitiyê pêşkêşî gelên xwe bikin.

Di vê çarçoveyê de em ê her roj rastî veqetandinên ji tiştên heyî û lêgerînên nû werin. Li welatê me vebijêrka çekdarî ya şoreşger ji nû ve dikeve meriyetê; derdorên şoreşger ên jidil jî helwesteke baldar û biendaze nîşan didin, lê di heman demê de ketine nava bendewariyekê jî. Em bi peywirên demeke wiha re rûbirû ne.

Li ser vê bingehê ew berpirsyariya dîrokî li ser piyê me ye ku li hemberî emperyalîzm, mêtîngerî û faşîzmê pêwîst e em vîna gelên xwe derxin holê; yekitiya gelan, bi derbên pêşeng, veguherînin vebijêrkekê û eniya yekbûyî ya şoreşger, li ser bingeha polîtîk û pratîkê ji nû ve ava bikin û çalak bikin.

Ji ber vê yekê jî peywira me ew e ku ji bo li hemberî emperyalîzmê serxwebûn û li hemberî faşîzmê azadî pêk were divê em li herdu eniyan û li seranserî Rojhilata Navîn, eniya yekbûyî ya şoreşger ava bikin ku hevkarî û hevbendiya polîtîk û pratîk pêk bînin.

BIJÎ ŞOREŞ Û SOSYALÎZM!

BIJÎ ENIYA ŞOREŞGER A ROJHILATA NAVÎN!

THKP-C/MLSPB

14’ê Sibata 2016’an

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.