موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

Navê min Ulaş BARDAKÇI ye, Ez di sala 1947’an de hatim dinyayê

162
image_pdf

NASNAMEYA MİN A KU MİN BERÊ BERSİVA WÊ NEDABÛ EV E


 

Navê min Ulaş BARDAKÇI ye: Ez di sala 1947’an de hatim dinyayê. Ez şervanekî THKP û THKC’yê me.

Bila vê yekê herkes zanibe ku emperyalîzm û rêveberên wê, şoreşgerên mezin ên serdemê vediguherînin ‘qedîs û ewliyayan’; hêlên şoreşgerî yên bîrdoziyên wan vedişêrin; hêlên wan ên seknan û statukoperest derdixin holê; hêlên wan ên ku bi kêrî wan tê dikin reklam. Li pişt wan ‘ax wax’ê dikin, di radyoyê de bernameyan li ser wan çêdikin. Êdî kesê ku dimire ne şoreşgerek e, ewliyayek e. Şoreşgerên ku bi vî awayî bêbandor dibin, derpêşî gel tên kirin. Ew êdî ne rizgarkerê gel e, ew êdî hilkerê çînên serdest eUlaş BARDAKÇI

 


ÇÎROKA JIYANA ULAŞ BARDAKÇI

Berfanbara 1970’î di têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê de destpêkek e; ji kevneşopiya reformîst-revîzyonîst veqetandinek e. THKP-C’yê (Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê) li ser bingeha stratejiya şerê leşkerî yê polîtîk, bergeha riya şoreşê ya Tirkiyeyê diyar kiriye.

Ulaş BARDAKÇI yek ji wan kesan e ku pêngava şoreşgerî ji Komên Ramanê heya DEV-GENÇ’ê (Ciwanên Şoreşger) û ji DEV-GENÇ’ê heya THKP-C’yê didome gav bi gav birêxistin kiriye. Ew di nava têkoşîna ciwanan de pêş dikeve, yek ji pêşengan e, wêrek û jêhatî ye.

Ulaş BARDAKÇI ji ODTÜ’yê (Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn) ye, ji FKF’yê (Federasyona Komên Ramanê) ye, endamê DEV-GENÇ’ê ye; di mîrateya têkoşîna dij-emperyalîst a ciwanên şoreşger de gavên pêşîn diavêje. Ew, di nav ciwanên şoreşger -ên ku erebeya Kommer (Robert William Commer, weke “Qesabê Vîetnamê” tê naskirin, sixurê CIA’ê ye û di wan salan de weke balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê hate peywirdarkirin) şewitandin û drûşmeya “Du, sê hîn Zêdetir Vîetnam, ji Ernesto re hezar silav” berz kirin- de cih girt.

ODTÜ, yek ji navendên şoreşgerî yên ciwanên zanîngehê ye. Û li seranserî welat jî têkoşîna şoreşgerî bi lezeke ku nikare were sekinandin bilind dibe. Ulaş BARDAKÇI jî weke her endamên DEV-GENÇ’ê li riyekê digere ku silaveke rasteqînî bigihêjîne Ernesto; her wiha dixwaze di teoriya şoreşgerÎ de jî serwer bibe. Divê heyamê de di derbarê têkoşîna leşkerî ya polîtîk de nêrînên xwe yên bingehîn ava dike. Û li gorî vê jî dibêje “Şoreş, incex bi rêxistineke şer pêkan e” û di nava avakarên Eniya Partiyê de cih digire. Ulaş’ê ku pêşengê xwendekarên ODTÜ’yê ye, her wiha yek ji pêşengên şerê rizgariya gelên Tirkiyeyê ye. Ew, endamê Komîteya Giştî ya THKP-C’yê ye.

”Û ew, pêşeng in pêşeng

Di şerê şoreşê de li ser maseyê rûnanên

Di vî şerî de di eniya pêş de şer dikin…”

Di buhara 71’ê de li Küçükesat’a Enqereyê Ulaş tev li çalakiya xwe ya ewil bû û ew û hevalên xwe pereyên di bankayekê de desteser kirin û kirin malê gel. Paşê di teqandina gelek hedefên Amerîkî de û di 4’ê nîsana 1971’ê de di çalakiya revandina Mete Has de Ulaş jî cih girt. Piştî vê çalakiyê di 17’ê nîsana 1971’ê de Balyozê Israîlê Efraîm Elrom hate revandin. Ulaş him di plansaziya vê çalakiyê de him jî di pêkanîna wê de cihê xwe girt.

Ulaş, dema ku Balyozê Israîlê EfraÎm Elrom revandin wiha got: “Tiştê me gotiye divê em bikin!”. Ev gotin li hemberî emperyalîzm, sîyonîzm û faşîzmê ji eniya şoreşger qêrîna biryardariyê bû. Endamên THKP-C’yê gotina xwe bi cih anîn; Efraîm Elrom, li ser navê gelên bindest ên cîhanê hate cezakirin.

Navê min Ulaş BARDAKÇI ye, ez di sala 1947’an de hatim dinyayê. Ez şervanekî Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê me“… Ulaş, di 28’ê gulana 1971’ê de êsîr dikeve; di êşkenceyê de li ber xwe dide; dijmin, ji van gotinan zêdetir tiştekî jê fêr nabe. Di bin çav de du caran hewl dide rizgar bibe, lewra wî dixin hucreyê. Dema wî tînin zindanê jî plansaziya derdorê di mejiyê xwe de dineqişîne. Ew, şervanekî THKP-C’yê ye; ji bo wî her der, qada mewzî û şer e.

Dema Ulaş êsîr e Mahir ÇAYAN û Hüseyin CEVAHİR li Maltepeyê(Stenbol) bi dijmin re dikevin pevçûnê. Di vê pevçûnê de Cevahir şehîd dikeve; Mahir jî êsîr dikeve destê dijmin û wî dibin Qişleya Selîmiyeyê. Dijmin dixwaze bi vî awayî rêberê THKP-C’yê tecrîd bike. Ulaş, li hemberî vê polîtîkaya dijmin bêhelwest namîne. Ji bo rêberê wî, Mahir Çayan bînin zindana Maltepeyê grêva birçîbûnê bi rêxistin dike.

Beriya ku Mahir were zindana Maltepeyê hevrêyên wî ji Ulaş dixwazin ku peywira amadekirina parastina li dadgehê ew bigire ser milên xwe. Ulaş’ê ku heta wê kêliyê bi hêla xwe ya “leşkerî” dihate naskirin, dikeve nav xebateke kûr a teorîk. Di vê qadê de jî herî kêm bi qasî qada leşkerî serwer, jêhatî û kedkar e.

Parastina ku hatiye amadekirin li dadgehê nayê xwendin, lewre beriya dadgehê wana bi xwe dawî li êsîriya xwe anîne. Evîna azadiyê, di dema hatina zindanê ya Ulaş de veguherîbû plansazî û projeyê. Endamên THKO’yê (Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê) dest bi xebateke firarê kiribûn, paşê endamên THKP-C’yê jî bûn şirîkê vê çalakiyê û di 29’ê mijdara 1971’ê de Mahir ÇAYAN, Ulaş BARDAKÇI, Ziya YILMAZ û endamên THKO’yê Cihan ALPTEKİN û Ömer AYNA çalakiya xwe ya azadiyê pêk anîn û berê xwe dan nava şer.

Piştî firarê, di 19’ê sibata 1972’an de gava gihan barageha xwe ya kolana Üvez’ê ya Arnavutköy’a Stenbolê mala ku lê diman ji hêla dijmin ve hate dorpêçkirin. Di wê kêliyê de tovê eniya şoreşger a çekdarî dîsa li singa dîrokê hate çandin. Bangewaziyên ji bo xwe radestkirinê, rastî bersiva “Ji me re mirin tune ye! Hûn werin xwe radestî şervanên gel bikin!” hat û çek şixulîn.

  • ULAŞ BARDAKÇI DI PARASTINA XWE DE ME HIŞYAR DIKE

Bila vê yekê herkes zanibe ku emperyalîzm û rêveberên wê, şoreşgerên mezin ên serdemê vediguherînin ‘qedîs û ewliyayan’; hêlên şoreşgerî yên bîrdoziyên wan vedişêrin; hêlên wan ên seknan û statukoperest derdixin holê; hêlên wan ên ku bi kêrî wan tê dikin reklam. Li pişt wan ‘ax wax’ê dikin, di radyoyê de bernameyan li ser wan çêdikin. Êdî kesê ku dimire ne şoreşgerek e, ewliyayek e. Şoreşgerên ku bi vî awayî bêbandor dibin, derpêşî gel tên kirin. Ew êdî ne rizgarkerê gel e, ew êdî hilkerê çînên serdest e“. Ev gotin, ên Ulaş BARDAKÇI ne; van gotinan ji bo girêdana bi şoreşgerên ku şehîd ketine re dike.

Ulaş BARDAKÇI yek ji WAN avakerên xeta şoreşgerî ye ku dibêjin “Ên şehîd dikevin li paş namînin; ew di dil, ruh û hişmendiya gel de weke remza hêz û pêşengtiya şoreşê dijîn“.

Ulaş BARDAKÇI weke xwendekarekî zanîngehê bera Qesabê Vîetnamê Robert Commer da; weke gerîllayekî bajar, ceza da Qesabê Filîstînê Elrom. Bedrettîn ŞINNAK, Serpil POLAT û Ramazan GÜLEKEN jî bûn xelekên dîrokî yên Ulaş BARDAKÇI. Em jî weke hevrêyên wan, weke şervanên THKP-C’yê, heta serkeftinê li dû soza ku me daye WAN bin.

www.THKP-C.org

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.