موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

İslam û rastî

78
image_pdf

İslam û rastî

Berî ku em bi şêweyekî lêkolîvanî şaristaniya islamê dabaş bikin, pêwîste dem û cihê tê de peyda bûye bê nirxandin.

Çîrok ji bajarê Mekka weke çavkaniyek bazirganiyê destpê dike. Bajarê Mekka navendek bazirganiyê ye, dikeve navbera derya sor hebeşê-yamen, deverên kendavê û herêma şamê de.

Hoza Qureyşî, hozek pûtpereste hêdî hêdî di bingeha sermayedariya bazirganî de, li ser bîra Zemzem cihê ismaîl Elxelîl kurê İbrahîm û diya xwe lê bi cih dibin tê avakirin. Her wiha di gel olên cihû, zeredeştî, xiristyanî hinek baweriyên din jî hene. Li vê derê cara yekemînperestgehek ava dibe û sê pût lê têne danîn” Ellat,Elmenat,El’eza”. Selman ruşdî di pirtûka xwe ya bi navê”Ayat şeytaniyê” de wiha dibêje:

  • Muhemmed ji hoza Qureyşî, ji malbateke xizan ve tê jiyanê

Heta niha welatên islamî newêrin kesayeta Muhemmed û ola islamê têxin bi ronahiyeke sosyolojî.

Tu dibêje qey tiştek heye naxwazin bê naskirin û ditirsin ew çax bê naskirin. Li gor nêrîna min, eger lêkolînên wiha dernekevin holê dê welatên misilman û rojhilata navîn bi şêwazekî gelemperî tim her û her wê bimînin cihê pê lîstinê dibin destê Amerîka de.

Awrupa bi xwe dema dest bi şoreşa ronakbîrî kir, hingî li pêş ket, ji ber vê çendê eger rojhilata navîn tevgera ronakbîrî xweser nede destpêkirin ewê tu car neçe pêş. Bê guman bi şirovekirina kesayeta Muhemmed dibe ku şoreşa ronakbîrî destpê bike.

Muhemmed kiye?

Muhemmed ji hoza ” abdul menaf haşimî kurê abdullah’e” ber hemberî parekê herdem bi karwanê bazirganî yê Xetîce re diçe şamê û tê, di vê derbarê de dikeve bin bandorek mezin ji rebendarên suryanî de, ji aliyekî din ve cihû dibin cihê navkokiyê, ji ber ku rolek bazirganî pir mezin dilîzin. Şokirina wî di gel Xetîce rewşek nû bi xwe re tîne, ji ber ku Xetîce bazirganek mezine û pir zengîne û jê fêrî gelek tiştan dibe.

Di vê demê de peyva weke peyxemberê dawî li ser zimanan pir dihate gotin, ev peyv bi xwe cara yekemîn Xetîce bi dengekî kur û pist di guhê wî de, jêre dibêje.

Muhemmed bi xwe mirovekî agahdare, li ser rewşahemî ola û baweriyên serdem û berî serdema xwe. Ew dibîne rewşa heyî ne pêkane ku karibe armanca damezrandina yekîtıya siyasîdi nav welatên ereban de pêk bîne. Ji ber vê yekê xwe weke namzet ji bo rêbazeke nû bi piştgirî û destek dayîna Xetîce dibîne û bi vî awayî cara yekemîn surûş wî agahdar dike û jêre dibêje” tu pêxember di sala 610′ ê zayînê de. Li aliyê din herdû şahinşahiyên mezin û hevdem” bîzens û sasanî” ketine pêxêra hev de bi nakokiyên tund û tûj û ev yek rê li ber derfetek mezin vedike ji bo Muhemmed.

Ola nû li ser navê gelê ereb û li ser nûjenkirina îdolojî ya cihûyatî li her çar aliyên cîhanê belav dibe. Piştî derbasbûna wî ji bo ” Medîne Elminewere” di navbera xwe de peymanek civakî li gel şîniyên bajêr de çê dike û têde bercewendiyên hemû hozan tê parastin, ji bilî komikek ji çîna eristiqratî. Buhişta ku Muhemmed dabeşa wê dike dibin destê Bîzens û sasanî de ye û dojeh bi xwe ew terzê jiyana kevnare û çolistana ereba ye. Di navbera buhişt û dojehê de û ji bo pêk anîna armancê xwe Muhemmed dest bi şerê hebûn û nebûnê dike.

Ji van şer û cewşenan jî hindek evin:

  • Cewşena Uhid di sala 625′ de ye, Muhemmed têde birîndar dibe û apê wî Hemze tê kuştin.
  • Cewçena Elxendeq, Qureyşî û cihû yên Benî Qureyza 20 rojan Medîne dorpêç dikin, lê ji ber ba û baranê bi ser nakevin û vedigerin di sala 626′ de yê zayînê.

Piştî mirina Muhemmed û kuştina ‘Alî’ ewê mirovê emîndar û bawermend û her wiha piştî komkujiya kerbelayê ku hemû endamê malbata Muhemmed têde hatin qirkirin, Dawî li isalma Muhemmed jî hat. Êdî islam dikeve destê eristiqratiya ereb de û malbata “mû’awiye” ev malbat û çîna eristiqrata bazirgan û sermayedarên ereb, ne bes welatê ereb, lê belê di sala 650 de hemû niştimanên sasan û bîzens, bakurê afrîkayê û ta sînorê Qustentîniyê dikeve bin destê wan de.

Bi kurtasî ji civak û bazirganên qonaxa klanan imperatoriyek gewremend hat avakirin, ji nîvgirava îbîrya ta welatên endonîz û malîzya dixin bin destê xwe de.

Gelo evya hemû ji çi hat?

İslamê di destpêka xwe de, hemû civîn û rêxistinên xwe di mizgeftan de durust dikirn, gelo çima di dawiyê de mizgeft dibin cihê nimêj û merasîmên olî? Bi wateyek din, islam tevgerek siyasî ye, çima kirasekî olî li xwe kir?

Ji bo bersiv dayînê peyvek Marks bala min dikşîne, têde dibêje” eger çi tiştê li ber çavan û rastî weke hev baya wê pêwîstî bi zanistê ne bûya”.

Lê tiştê balkêştirîn, li gor nêrîna min navê (islamê) ye an go aşîtî, ev nav bi xwe ji bo rastî reşkujtine, ji ber ku peyek sexteye rastiyê ji hev belav dike û vedişêre, evê islamê di bin ol û duruşa xwedayek li asîmane û xelîfeyek li erdê ye şerên dijwar û xwîndar li dijî mirovahiyê pêkanîn, weke îro Daîş ku li rojavayê kurdistanê pêk tîne, li dijî miletê kurd di bin heman ol û duruşmê de.

Taha husên di pirtûka xwe de ya bi navê” xulefaa elraşidîn” wiha nivisî ye:

Muhemmed ji partîzanên xwe re di hêvot û digot: eger dema dijmin ji we xurttir be, dîlên wan yên di destê xwe de serjêbikin.

Ji ber vê yekê dema Daîş wan kiryarên kirêt dike û hêsîran serjêdike ne ji valatiyekê tê, lê belê ji  binçîneya çand û davoka wan ve hatiye.

Di dûmahiyê de ez dixwazim peyvînek ramangerê kurd Abdullah Ocalan bînim ser ziman ku têde wiha dibêje: eger islam nebûya wê Urûba jî neba û eger Urûba nebûya wê Baas jî neba û eger Baas nebûya wê seddam û beşar jî nebûna.

Her di vê rê de feylesûfê yehûdî Spînoza wilo dibêje: azadî zanebûne û penda gelê kurd jî gotiye: dîtin û gotin nabin yek.

Peshroj Cawhari

image_pdf
قد يعجبك ايضا

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.