موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

Tevgera Şoreşa Yekpare ya Gelan – TŞYG

426
image_pdf

TEVGERA ŞOREŞA YEKPARE YA GELAN (TŞYG)

JI BO GELÊN ME

Emperyalîst û avasaziyên paşverû-faşîst, netewe-dewlet berpirsyarên sereke yên hemû komkujiyên dijmirovahiyê yên ku li Rojhilata Navîn pêk tên e. bi mudaxeleya emperyalîstan a Suriyeyê re, şerê herêmî vediguhere şerekî topyekun ê cîhanî ku hemû mirovahiyê tehdît dike. Emperyalîst û desthilatdariyên hevkar ên xwecihî, paşveru-faşîst li aliyekê ji bo ku statuko, desthilatdarî û serweriya xwe ya ku li herêmê hilweşiyaye bihêz bikin û ji nû ve ava bikin, di nava xwe rekabetekê dikin; li aliyê din ji bo ku gel di bingeha netewî, olî û mezhebî de hevudin bişikînin û biqedînin jî hewldanên bi her awayî didomînin.

Hukumeta AKP’ê di bingeha berjewendiyên xwe yên ku bi emperyalîstan re hem li hev tên hem jî bi nakok in de, di van êrîşên xwînî yên li hemberî gelên herêmê tên meşandin de, li herêmê û qada navnetewî di nava tifaqên herî qirêj de ye. Bi heman rengî li hundê welat jî li hemberî hemû gelên me ketiye nava êrîşeke xwînî û topyekûn. Hewl dide ku hemû muxalefeta li hemberî xwe bi terora dewletê, înfazên kolanan, qetilkirinên girseyî û girtinên zêde pêpes bike. Di heman demê li hemberî gelê kurd jî bi gulebarana tang û topan a li ser bajarên ku sed hezaran kes tê de ne, nîjadkujiya girseyî pêk tîne. Sîstema serwer a TC’yê (Komara Tirkiyeyê) ji bo ku dîktaroriya yek partiyê ava bike, hewl dide ku hemû hêzên faşîst û paşverû yên kevneşopî û modern bide pişt xwe û hemû muxalefetê pêpes bike. Vê tifaqa hundir a faşîst û bixwîn jî, li ser dijminahiya kurdan didomîne.

Ev hemû, li aliyekê li ser gelên me rê li ber texrîbat, êş û mêtingeriyek giran vedike, li aliyê din jî rewşa şoreşgerî digihîne û pêşiya şoreşa yekbûyî ya gelên me vedike. Îro li herêma me û welatê me ji bo şoreşê derfet û fersend ji her demê zêdetir in. Vê rewşê pêşengiyeke roreşgerî ya ku biser dikeve, kiriye pêdiviyeke lezgînî.

Di vê hingehê de, di demeke ku li cîhanê û herêma me pevçûnên nîjadî, olî û mezhebî zêde dibin de, wekî alternatîfa van, Şoreşa Rojava wekî ronahiyeke birqok a hêviyê ku hemû paşverûtiyan red dike û baweriyê dide hemû bindestan, derketiye holê. Ji ber vê yekê Rojava û berxwedana rêveberiya cewherî ya ku bi wê re yekpareyî pêş ketiye, wekî emperyalîzmê di hedefa AKP û TC’ya faşîst deye.

Lewma îro parastin û berdewamkirina şoreşa Rojava, berxwedanên xwerêvebirinê yên kurd û têkoşîna şoreşa yekpare ya gelên me, tê wateya parastina ewlehiya can û pêşeroja hemû bindestan, kedkaran, rewşenbîran, demokratan û hemû gel. Xwedî derketine li van nirxên behsa mijarê, tê wateya parastina pêşeroja gelên cîhanê.

Di bin vê pergalê de, li Turkiyeyê pêşeroja tu beşên civakê di ewlekariyê de nîn e. Elewî, derdorên laîk û demokratîk, kedkar, xizan û hemû hêzên muxalîf di bin êrîşê de ne. Ger ku berxwedanên rêveberiyên cewherî yên kurd bên şikandin, wê AKP bi heman êrîşkariyê û bêrehmiyê hemû muxalefeta li Turkiyeyê bi xwîne bidewisîne. Lewma pêşeroja hemû hêzên pêşverû, şoreşger û gelê kedkar bi pêşeroja berxwedana kurd re ketiye nava hev.

Wekî hêzên şoreşger û sosyalîst ên Turkiye û Kurdistanê, li hemberî AKP’ya hevkar-faşîst û sîstema TC ya serweriyê, têkoşîna çekdarî jî di nav de ji bo ku li hemû qadan û bi hemû amûr û rêbazan şoreşê bilind bikin, me hêzên xwe di Tevgera Şoreşa Yekpare ya Gelan (TŞYG) de kire yek. Yekîtiya me wekî ku ji bo hemû hêzên berxwedêr ên li derveyî me vekiriye, wê di nava hemû têkoşîn û çalakiyên ku dê pêk werin de jî cîh bigire, destekê bide û pêş bixe.

Tevgera me ya Şoreşa Yekpare, li hemberî emperyalîzm, kapîtalîzm, faşîzm, şovenîzm û nîjadperestiyê qezençkirina pêşeroja azad û demokratîk a gelên me dike hedef. Bi hêza şoreşgerî ya gel hilweşandina AKP’ê ku bi sîstemê re bûye yek û paldankên wê yên civakî, pêwîst dibîne.

Hukûmeta AKP’ê li gel civakê xwezayê jî tune dike. Dijminê jin û ciwanan e. Li ser çîna karkeran û hemû kedkaran mêtingeriyê giran dike û şertên koledariyê ferz dike. Li ser hemû beşên civakê çewsîner û tevkujer e. Tevgera Şoreşa Yekpare ya Gelan, bi perwerdekirin û rêxistinkirina hemû hêzên di bin êrîşa hikûmeta AKP’ê û dewleta burjuva ya TC’yê de û yekparekirin û seferberkirina wan a ji bo têkoşînê esas digire.

Tevgera Şoreşa Yekpare ya Gelan ji bo civakek ekolojîk û azadiya jinê, ji bo bidestxistina maf û azadiyên çîna karkeran û kedkaran, ji bo ku li Turkiye’yê desthilatdariya gel û li Kurdistanê rêveberiyên demokratîk û xweser ava bike û pêşeroja azad a gelên me bê qezençkirin têdikoşe.

Tevgera Şoreşa Yekpare ya Gelan bang li hemû kesên ku ji faşîzm û paşverutiyê zirar dîtine, di serî de jin, ciwan, karder û kedkar bang li hemû beşên gel ên bindest dike ku ji bo azadî, demokrasî û biratiya gelan xwe birêxistin bikin, bibin yek û têbikoşin.

Ger ku pêşiya wê neyê girtin, ev rewşa heyî, wekî jênerevekê dê ber bi dîktatoriyeke hîn bi xwîntir ve biçe. Tu hêz û saziyeke pergalê ya ku dê vê rêveçûnê asteng bike nemaye. Vê rêveçûnê ancax û ancax berxwedan û şoreşa yekpare ya gelan dikare asteng bike. Yan dê dîktatoriyek hîn bi xwîntir bê avakirin an jî dê gelên me xwe birêxistin û çekdarî bikin û çeteya cîhadî û faşîst a AKP’ê bi paldankên wê re bi erdê re bike ye.

FAŞÎZ DÊ HILWEŞE, ŞOREŞA YEKPARE YA GELÊN ME DÊ BISER BIKEVE!

EM Ê FAŞÎZMÊ BI ŞOREŞA YEKPARE YA GELÊN XWE BI PERÇIQÎNIN!

TEVGERA ŞOREŞA YEKPARE YA GELAN (TŞYG)
image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.