موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

Jin û wêje

434
image_pdf

Jin û wêje ||  Heger em li ser wêjeya kurdî bisekinin û çawa ta nuha li ser lingan mayî tevî ew êrîşên ku li ser çanda kurdî û zimanê kurdî û kultira kurdî û hewil danê dewletin setm kar û dagir ker ji bo pişaftina zimanê kurdî û qirkirina çanda kurdî li seran serê dîrokê û ta nuha û mînake herî mezen û ber bi çav (Efrîn)e ku çawa dixwazin çanda kurdî tune bikin Û heger em vegerin pirsa xwey pêşî Emê çawa bersivê bidin.

Di dîrokêde û giş dizanin ku wêjeya kurdî tim bi devkî hatiye parastin û tim di riya jinê de Çi di riya çîrokên evîndaran ku dayikan ji zarokên xwere digotin çi di riya sitranên bûk û zava an sitranên dan kutanê …yên dotina ajalên kedî an di riya lorandina zarokan de û her wiha di hemû beşên jiyanê de Lê pirsa ku xwe ferz dike di virde Çima nuha jin ji wêjeya xwe bê parin an kêm parin.

Weke jineke nivîs kar gelek caran ez li vê pirsê rast hatim û bê gûman sedem hene û gelekin . Yekem sedem eve Piştî ku her tişt di destê jinê de bû di dest pêka jiyanê de ta ku jin xwedawenk bû her tişt di wê demê de ji bo jinê afrandin bû Lê piştî ku ji bin destê wê derket û kete destê zilaman û civak hêdî hêdî berve zilamtiyê ve çû bi taybet piştî îslamê ku her tişt li jinê qedexe kir û wê xist bin kontrola zilam de loma koletî di hundirê wê de hate çandin û piştî ku kurdistan peçe perçe bû û ket bin destên çar dewletan .

Di virde zilam jî bûn kole lê jin bûn kolê kolan Tirs…şerim…nabûn…bû hevalê jinê ta ku pêre herikî û bûne yek Gelek wê bêjin vaye derfet ji jinê re vebûye û jin di hemî warî de cihê xwe girtiye lê hîn di warê wêjede lewaze. Ji ber ku hîn ji koletiya di hundirê xwe de rêzgar nebûye û nivîsandin azadiyê dixwaze ,lê hîn em ne gîhane Ew azadî û civak ji zilamtiya xwe rêzgar nebûye wekî mînak ta nuha dema ez helbestekê dinîvsînim ez hesabê pir tiştan dikim ji ber ku hesab ji min tê xwestin ,çi li hember civakê çi li hember zihniyeta nêr çi li hember jinê bi xwe ku hîn nikare bi xwere bibe yek. Ev sedemek ji sedeman bû Û di taliyê de ez dixwazim bêjim tevî her tiştî û tevî ev berhemên kêm û fedyok ji aliyê jinê di warê wêjede lê ewê bingehek be ji paşe rojê re û zemînek ji nifşê nû re be.

 

Anahita Sino
image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.