Pênaseya anarşîsm û wateya wê di nav tevgerên şoreşgerî de
Pênaseya anarşîsm û wateya wê di nav tevgerên şoreşgerî de
Di destpêkê de pêwîst e ku em hinek li ser koka peyva ‘anarşî’ bi xwe bisekinin, ji ber ku di dîrokê de
gelek caran şaş hat fêmkirin û herwiha îro jî bi hewldaneke mezin a antîpropaxandayên dewletê wekî
kaos, alozî, bêpergalî tê binavkirin.
Slogana serêtayî ya anarşîzm ev e: “Anarşî dayê hemî pergal e.” Tê wate ku pergala herî rast, herî
dirust û xweza, bi anarşî pêk tê. Peyva anarşî bi xwe ji zimanê Yûnanî tê û ne nebûna pergalê, lê belê
nebûna desthilat, hukumet, otorîtê îfade dike. Civaka azad ku anarşîst ji vê re tevdigerin wekî
Komûnîzma lîberter jî tê naskirin.
Yek ji helwestên di bingeha tevgera anarşîst de jî ev e: Desthilat zordarî ye û pergaleke rast û sabît bi
zorî tucar nayê avakirin. Kes ku hem pergal, azadî û adalet hem desthilat û hukumet wekî yek tişt
binavdikin xapandina mezintirîn dimeşînin ji bo ku rastiya ji mirovahiyê re herî berbiçav veşîrin.
Pergala dirust a civakê tenê dikare pêk bê piştî ku sazîyên zordarî hatin rakirin. Ji wan saziyan re mirov
dikare bi giştî ‘dewlet’ bibêje.
Ji ber vê yekê armanca sereke ya anarşîstan rakirina dewlet e. Dewlet di hindirê xwe de hemî sîstemên
bindestkirina insanan – baviksalarî, milkiyeta taybet, nejadperestî û her wekî din – mezin dike û ji
hevbûna wan her ji nû ve tê afirandin.
Anarşîzm wekî felsefeyeke siyasî di hindirê tevgera karkeran a sedsala 19êmin de hatiye dunya û li
gelek welatan bûye îdeolojiya wê ya sereke. Li Rûsya, Fransa, Îtalya, Îspanya, DYA, Argentîna,
Mexîko, Tirkiye, Misr, Korea, Japon û gelek cihên din karker xwe di hindirê rexistin û sendîkayên
anarşîst de rêxistin kirin. Di şoreşa Rûsya ya 1917 de anarşîst roleke giring lîstin, hem di parastina
çekdarî hem di avakirina meclîsen gel, ên ku bi navê “sovyet” tên naskirin, de. Li Ûkrayinya, ku heya
destpêka şoreşê di bin texta rûs de bû, cotkarên anarşîst xweseriya “herêmên azad” îlan kir û arteşa herî
xurt avakir ku parastina wan herêman pêkanî, derbên giran li hêzên paşverû xistin û herwiha di sala
1919 êrîşa dijmin li ser Moskova da sekinandin û peytaxta Rûsya ji rewşeke pir tarî rizgar kir.
Di salan 1930 heya 1933 li herêma Mancûriya ya bakûrê Çîn anarşîst ji Korea Komîna Şinmin avakir,
civakeke xweser û di her aliyên xwe de rêxistinkirî.
Li Îspanya anarşîst bûne pêşengên tevgera karkeran, rexistina wan CNT bi sazkirina licneyên çalakî,
aborî, îdare û parastin amadekariyên kûr û berfireh ji bo roja şoreşê mêşandin. Gava ku hêzên faşîst a
fermandar Franco bi alîkariya Mussolini û Hitler derb li dijî komara îspanî ya lîberal pêk anîn, wateya
vê hewldanê derket holê. Ji ber berxwedana karkerên anarşîst derb nikarîbû biserkeve, bi hazaran çûn ji
bo pêşiya faşîstan bigrin û di herêmên rizgar de wekî Katalonya, Aragon an bajarê Barselona gel
tevahiya civaka xwe bi rengekî azad û wekhev rêxistin kir û bû hêviya kesên bindest di hemî cîhanê.
Ji ber mîlîtanên tevgerê yên herî dilsoz bi hazaran di şerê cîhanê ya duyêmin de li dijî faşîstan şehîd
bûn anarşîzm piranî zayîf û marjînal bû, lê de roja me ya îro de tevger dîsa xurt dibe û şoreşger dîsa ala
anarşîst di çeperên berxwedana gelên bindest de hildin. Bi taybet di şoreşa Rojava û paradigmaya nû ya
tevgera Apoyî em nirx û ramanên anarşîst dibînin û ji ber vê yekê xebat ji bo parastin û firehkirina vê
şoreşê wekî erka xwe nasdikin. Em bawer dikin ku bi ruhê şoreşgerên Mezopotamyayê em dikarin di
hemî cîhanê de agirê têkoşînê ji bû ve pêxînin da ku sedsala 21êmin bibe serdema rakirina kapîtalîzm û
pêşveçûna mirovahî ber bi civaka azad.
Bi vê rengê em tevahiya şoreşger ku li Rojava di nava têkoşînê de cihê xwe digrin pîroz dikin û serê
xwe li ber şehîdên şoreşê ditewînin.
Silav û rêzên şoreşgerî!