موقع اممي ثوري ثقافي مناهض للامبريالية ومناصر لقضايا الشعوب حول العالم.

… Dîrokê 30 ê Adara 1972 Qızıldere; Mahir Çayan

413
image_pdf

Mahir Çayan Ve Kızıldere Şehitleri Qmışlo’da Anıldı…

Yên ku tevlî karwan û dîwana gelan bûn, û j ibo rizgariya gelan şer kırın, şehîd ketın,em lı pêş berî we careke dın wan bıbîr tînın, soz dıdın û îlan dıkın ku em ê bîrewerî û bîranînın wan bı zafer û serkeftınê tacîdar bıkın. Bı vê hest û bawerıyê em gelê Rojava û şoreşa Rojava sılav dıkın û dıbêjın “Hûn Bı Xêr Hatın” [Em weke tevgera Enıya – Partî MLSPB ,dı wê zanebûn û hışmendıyê de ne ku , rê û rêça şoreşger û xeta sıtratejîk Rêberê me Mahır Çayan şerekî leşgerî yê polîtîkbûyî ye lı ser vê zanebûn û esasê me, weke dılsozê senteza stratejıya wî , ber û îstıqameta xwe dıyar kır. Dı vê wateyê de kulıyata Mahır Çayan gıştî yek perçe ,Anpo zelalıya bırdozıyê hevgıtıya polîtîk û cesareta leşgerî ye]

(( Ez dıxwazım lı vır soza Rêberê me Mahîr Çayan a ku dı dîrokê de cıhê xwe gırtıye bıbîr bıxım : “EM NE JI BO VEGERÊ , JI BO MIRINÊ HATINE VIR………” Ev gotınê Mahîr Çayan ên herî dawî bûn ))
Dema rûpela dîrokê 30ê Adara 1972’an nîşan dıda , lı Qızıldereyê ,manîfestoya şerekî , bı vî awayî dıhate nıvîsandın . wan bı qêrîn û sekna xwe destnîşan kır ku yekane rıya rızgarıyê ,ne lı welatekî ku dı bın nîrê emperyalperest û metîngeran de weke kole jıyankırın, lı hevxıstın û pevçûneke ku bı çeka xwe berxwedane xwe dıke ye. Ew, bı vê mebest û qêrîna xwe bı neh rêhevalên xwe re tevlî karwanên nemıran bû
((Ew: Mahîr Çayan, sînan kazım ,özüdoğru , saffet Alp ,Hüdaî Arıkan , sabahattın kurt , ömer Ayna, Nıhat Yılmaz , Ahmet Atasoy û Ertan Sarvhan ,bûn….))

((ya ku “Ew kırın ew bı xwe “ ne peyv û sozên tamzêrî û zêrkırî , ne jî serguzeşt û maceraya cıwanıyê bû …… rêya wan û têkoşîna wan ,bênav ber, rıya şoreşê bû …. bı şıyara serxwebûn ,Demokrasî û Sosyalîzmê dest bı meş û rıya xwe kırın ,dı vê meş û rıya wan de , ne teslînıyet ; vîn û îrade, bawerî û curet karî hebû))
((tevgera şoreşger a Tırkıyeyê, tışta ku wında kırıye , ew ê dîsa lı wî cıhê ku wındakırıye ,bıbîne…..
Mahîr Çayan , Ibrahîm Kaypak kaya û Denız Gezmîş ên ku derketına şoreşgerıya çekdarî ya 71’an dane destpêkırın , jı bela, museletbûn û nêzıkatıya rewşeparêzan / statukoparêzın ,reformîst û pasîfîstan ku 50 sal bûn , dıdomıya, lı ser xeta gerîlatıyê , veqetandıneke şoreşger pêk anîn))

((Ew kesên ku veqetandına şoreşger a 71’an pêkanîn ,demeke dırêj tesîr û şop û bandorê ,dı nav germahıya şer de her daîm bı şer kırınê re , jı ser xwe avêtın dema ku vê pêk dı anîn jî , ew hemû, serî lı stratejya şoreşger dıdan , ku bı şerekî gerîla î lı bejahî û bajaran şoreşê pêkbînın.
Rêgeh û îstıqameta wan a polîtîk, pratîk û leşgerî ev bû ))
((tekane rojeva Mahîr Çayan, Ibrahîm kaypek kaya û Denız Gezmîş , şoreş û sosyalîzm bû . Rêya ku bıghêje vê armancê jî, lı ser esasê zor û şîdetê û propagandaya çekdarî , weke şerê gerîlatıyê hatıbû dıyar kırın.
Lı gor me , naveroka veqetandına şoreşger a 71’an çalakıya Elromê ya Mahîr Çayan , nasnameya Fılîstînı ya Denız Gezmîş û derketına dêrsımê ya Ibrahîm kaypek kaye ye

jı ber vê yekê ,QIZILDERE, bangewazıya Tırkıye ya ser bı xwe ,Kurdıstana Azad û Rojhılata Navîn a şoreşger e))

((dı ber vê ye , ku em dıbêjın :QIZILDERE ,NE DAWÎ YE,DESPÊK E… Û ŞER DIDOMÊ….))

Dirok/ 7-04-2017
THKP-C/MLSPB

image_pdf
قد يعجبك ايضا
اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.