YÛSÛF ASLAN: EZ ÇIMA ÇÛM FILISTÎNÊ

-YÛSÛF ASLAN:

EZ ÇIMA ÇÛM EL-FETIH’Ê:

Îro li Rojhilata Navîn li dijî baregeha emperyalîzma Amerîkayê, ango li dijî Israîlê gelên Ereb, şerekî dij-emperyalîst didin meşandin. Li Asyayê, Efrîqayê, Amerîkaya Latînî û li seranserê cîhanê gelên ku di binê emperyalîzmê de bindest in, şerekî şoreşger dikin. Şerê li dijî Israîlê jî parçeyeke ji vî şerî ye.

Şerê ku li dijî emperyalîzmê tê meşandin, şerê hevpar ê tevahiya gelên cîhanê ye. Her fîşeka ku li Vîetnamê, li Rojhilata Navîn û li Amerîkaya Latînî li emperyalîzmê dikeve, di heman demê de ji bo rizgariya gelê Tirkiyeyê ye jî.

Di rewşa heyî de bi destê emperyalîzmê bi taybetî jî Rojhilata Navîn veguheriye qada şer. Ji ber vê jî pêwîst e hemû gelên herêmê, gelên Tirkiyeyê, Îranê, Qibrisê û gelên Ereb û Kurd eniyeke li dijî emperyalîzmê saz bikin; Xeleka Şoreşger a Rojhilata Navîn ava bikin û derba dawî ya mezin li emperyalîzmê bixin.

Ji bo ku ez jî tev li şerê şoreşgerî yê ku bi salan e li Rojhilata Navîn tê meşandin bibim û bibim yek ji neferên têkoşîna rizgariya gelên Ereb, ez çûm El-Fetih’ê.

El-Fetih yek ji wan rêxistinên herî xurt e ku li Rojhilata Navîn şerê gel dimeşîne. Ev rêxistina eniya hevgirtî, di şerê li dijî emperyalîzmê de gelên Ereb di nava têkoşîna çekdarî de birêxistin û perwerde dike û di nava payeyên wê yên rêveberiyê de şoreşgerên Marksîst-Lenînîst hene. Vê rêxistinê, hevkariya karker û gundiyan di asteke bilind de pêk aniye û di nava şerê germ de desteka hemû beşên bûrjûwaziya biçûk jî wergirtiye. Her wiha desteka rêxistinên din ên şoreşger ên Rojhilata Navîn wergirtiye û bi saya têkoşîna gelê Filistînê ya çekdarî, rejîmên paşverû yên Ereb jî neçar mane hema di gotinê de be jî bi vê têkoşînê re bin.

Di nava El-Fetih’ê de şoreşgerên ku ji welatên hatine, perwerdeyê dibînin. Ev şoreşger, şerê gel ê li Rojhilata Navîn, weke parçeyeke şerê li dijî emperyalîzmê dibînin û dizanin ku her fîşeka ku li wir li emperyalîzmê tê reşandin, ji bo azadiya gelê wan e jî. Şoreşger, ji zarokên 13 salî heta pîrên 80 salî, bi şervanên gel re mil bi mil şer dikin. Û şoreşger dibînin ku ew şoreşgerên 13 salî, ji bo azadiya gelên bindest têkoşînê dimeşîne. Her wiha şoreşger dibînin ku şerê gel çiqasî bihêz e û çima hêzên emperyalîst ewqasî jê ditirsin. Şoreşger dibînin ku di nava têkoşîna çekdarî de gel çawa birêxistin dibe, çawa dibe xwedî hişmendî û li himberî emperyalîzmê çawa şerekî serkeftî dimeşîne. Her wiha şoreşger jê bawer in ku li dijî hovitî û çekên emperyalîzmê, wê têkoşîna biryardar a gelên cîhanê berdewam bike û wê teqez bigihêje serkeftinê.

-Şerê li dijî emperyalîzmê, ne sûc e!

Li Tirkiyeyê, desthilatdariya ku pala xwe daye emperyalîzmê, hewl dide xwe di çavê gelên Tirkiyeyê yên ku bi rêzdarî nêzîkî têkoşîna rizgariya gelên Ereb dibin de şêrîn nîşan bide. Ji bo vê jî şandeyên parlementoyê dişîne Qahireyê; lê belê li aliyê din, şoreşgerên ji Tirkiyeyê yên ku bi awayekî çalak tev li têkoşîna rewa ya gelên Ereb bûne jî ji êşkenceyên giran derbas dike û bêbextiyan li wan dike. Armanca van bêbextiyan ew e ku desthilatdarî hewl dide bi gelên Ereb re şerkirina li dijî emperyalîzmê, weke sûc nîşan bide. Ez dixwazim li vir van bêbextiyan û êşkenceyên ku li şoreşgeran têne kirin, rave bikim.

Piştî mehekê-meh û nîvekê ji vegera min a welat, bi tawanbariya ku ez bê destûr derketime derveyî welat, di 1’ê Sibatê de li deriyê Qarqamîşê ez hatim girtin. Cara pêşîn li qereqola jendermeyan û paşê jî li Navenda Ewlehiyê ya Gazîentabê çar rojan bi şev û roj di binê êşkenceyê de lêpirsîna min hate kirin. Êşkenceyên herî sivik ew bûn ku bi saetan ez rastî feleqeyê hatim, ronî diavêtin çavên min û porê min hildikirin…

Divê çînên serdest êdî fêm bikin ku çi êşkence werin kirin jî û çi bêbextî werin amadekirin jî wê şoreşger paş de gav neavêjin û wê heta dawiyê şerê xwe yê rewa bimeşînin. Bi van bêbextiyan re dixwazin şoreşgerên Tirkiyeyê û şerê şoreşger, ji çavê gelên Tirkiyeyê bixin. Yek ji van bêbextiyan jî Bûyera Amedê ye. Şoreşgerên ku vedigeriyan malên xwe, bi tawanbariya ku “wê li dijî Fakûlteya Bijîşkiyê ya Amedê çalakiya sabotajê bikin” hatin girtin. Armanca vê bêbextiyê zelal e; hewl didin şoreşgeran weke “maceraperest û anarşîst” nîşan bidin û bikin ku li himberî têkoşîna rewa ya gelên Ereb, guman bikeve dilê gelê Rojhilatî û biratiya di navbera gelên Kurd û Tirk de xera bikin.

Pêwîst e xwediyên vê bêbextiyê, derdorên serdest vê yekê baş bizanibin:

Şerê me, li dijî rûreşiya serdema me, ango li dijî emperyalîzmê û hevkarên wê ye; şerê me, parçeyeke ji berwxedanên gelên bindest ên cîhanê ye û heta ku emperyalîzm ji Rojhilata Navîn were qewirandin û li cîhanê were tunekirin, wê şerê me berdewam bike.

-Wergera ji zimanê Tirkî, Aram Alî

Buroya Ragihandinê ya Eniya Şoreşê ya Rojhilata Navîn

التعليقات (0)
اضف تعليق